Di daxuyanîya Hîzbullahê de hat diyarkirin ku herêma bi navê "Hatzor" û baregeha Daduyê bi dehan fuzeyan hatîye girtin.

Di daxuyanîyeke dinê de jî hat ragihandin ku yekîneyên parastina hewayî li dijî 2 balafirên şer ên îşxalkeran derketin û balafirên şer neçar kirin ku ji qada hewayî ya Libnanê derkevin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Kiryat Motzkin dîsa bi mûşekên Fadî-1 hatîye hedefgirtin. (ÎLKHA)