Otobusa ku ji bajarê Wolaita Sodo yê Etiyopyayê diçû herêma Dauro ji rê derket û ket nav çem.

Hat diyarkirin ku di qezaya ku pêk hat de 28 kesên ku rêwîyên otobusê bûn canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku endîşe tê kirin ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)