Êrîşên rejîma qatil a li djiî Libnanê bênavber berdewam dike.

Di êrîşa rejîma îşxalker ku li dijî herêmên cuda yên Libnanê li dar xist de di navbera wan de pîrek û zarok jî hene tevde 558 kes şehîd bûn, nêzê 2 hezar mirov jî birîndar bûn.

Koça ku ji ber êrîşan li alîyê Beyrûd û bakurê Libnanê tê kirin berdewam dike.

Xeyn ji vêya çapemenîya îşxalê weha got, “Di nav 24 seatan de ji îsraîlê re bi sedan fuze hatine avêtin. Van êrîşan nêzê 2 milyon îsraîllîyan kirîye ber menzîla Hîzbullahê.”

Ji ber êrîşên îxşalê yên li dijî Libnanê 14 şîrketên balafiran ji ber endîşeya ewlehîyê seferên xwe betal kirin.

Betalkirin û rawestandina seferan di navbera îşxalkerên ku wê ji axên îşxalkirî birevin de dibe sedema endîşeyê. (ÎLKHA)