Hîzbullah vê sibehê, baregeha Mossadê yê ku li Tel Avîvê bû bi fuzeya balîstîk a Qadîr 1ê hedef girt.

Berxwedan, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir baregeha ku hatîye hedefgirtin ji sûîqestên ku li dijî serokên berxwedanê û teqandina cîhazên ragihandin û bêtêlan têne kirin mesul e.

Qenala El Meyadînê diyar kir ku ev fuze di vê herbê de cara yekem e ku tê bikaranîtin, piştî ku êrîşdarîya îşxalê li herêmên başûr hatine berfirehkirin Hîzbullahê jî dengeyên xwe ji nû ve çêkir.

Çapemenîya îşxalê vê sibehê ragihand ku li Tel Avîvê sîren lêketine û balan li ser dengên teqînê ku li Şaron û Gus Danê hatine bihîstandin kişand.

Xeyn ji van agahîyan hat îfadekirin ku piştî operayona Hîzbullahê li Balafirgeha Ben Gurionê jî sefer hatin sekinandin. Serokwezîrê îşxalê Binyamîn Netenyahu, daxuyand ku ew ji çûndina xwe ya ku plan dikir ew ê îro biçûna New Yorkê re taloq avêtîye.

Hîzbullahê daxuyandibû ku ew baregeha “Ilaniayê” ku li bakurê Filistîna îşxalkirîye doh êvarê bi fuzeya “Fadî-1”ê hedef girtine.

Berxwedan, di daxuyanîya xwe ya ku roja Sêşemê belav kiribû de, diyar kiribû ku ew bi ÎHAyan ji baregeha “Şayet 13”ê ku aîdê Yekîneya Wezîfeyên Behrê ya Taybet e operasyonek li dar xistine.

Hîzbullah, destnîşan kir ku di operasyonê de cîhên ku efser û leşkerên baregehê li wê derê diman hatine hedefgirtin, operasyona ku hatîye kirin jî bi serfirazî encam bûye. (ÎLKHA)