Kiryarên sansurê yên rejîma sîyonîst li ser Filistînê ji aliyê platformên medyaya civakî yên ku navenda wê Amerîka ne, berdewam dikin.

Platformên medyaya civakî yên ku belavkirin û parvekirina naveroka têkildarî Filistîn, Xezze, HAMAS, Tugayên Qassam, Serîyyeyên Qudsê, Ensarullah û Hizbullahê asteng dikin, tu sansurê li ser naveroka alîgirên rejîma sîyonîst nakin.

Facebook, Instagram, Threads û WhatsApp ku xwediyên Mark Zuckerberg e, ku ew jî cihû ye û bi eşkere piştgiriya xwe ji rejîma sîyonîstî ragihandiye, dûrî objektîfiyê siyaseta xwe ya helwêstê didomîne.

WhatsAppa ku yek ji platformên medyaya civakî ye ku wek makîneya propagandaya rejîma sîyonîst tevdigere, Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) ji ber nûçeyên der barê qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê hat kirin da sansûr kir.

WhatsAppê kanala ÎLKHAyê sansûr kir û ji şopînerên wî yên nû re asteng kir.

Malpera mêvandariya vîdeoyan You Tube jî ÎLKHAya ku hewl da êrîş û cinayetên îşxalkerên sîyonîst ji dinyayê re ragihîne sansur kir.

Sansûra kanala vîdeoyê ya ÎLKHA ya Tirkî ku nêzî 140 hezar aboneyên wê hene û qenala vîdeoyê ya bi erebî ku nêzî 10 hezar aboneyên wê hene, ev sansûr bû sedema bertekên şopînerên wê. (ÎLKHA)