Li wîlayeta Belucistana Pakistanê li dijî wesayîtekî polêsan re bi bombeyê êrîş hat kirin, di encama bûyerê de 2 polês 12 kes birîndar bûn.

Çapemenîya mehellî, diyar kirin ku bûyer li Kettaya paytexta wîlayetê pêk hatîye, rewşa du birîndaran jî giran in.

Çavkanîyên polêsan îfade kirin dema ku wesayîta polêsan di cîhekî qelebalix bû de dewrîyeyê diavêt êrîş hatîye kirin.

Hêj tu komek xwedî li êrîşê derneket.

Derheqê êrîşê de tehqîqat hat destpêkirin û ekîbên îmhe ya bombeyê delîlan kom kirine. (ÎLKHA)