Êrîşên balefirên herbê yên rejîma îşxalker a siyonîst ser Lubnanê didome.

Di êrîşan de heta niha 55 jê zarok 558 kes şehîd bûne.

Di êrîşan de herî kêm 1700 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku Hadî Es-Seyîdê nûçegihanê kanala nûçeyan a El-Meyadîn a ji Lubnanê weşanê dike û bi nêzîkbûna xwe ya ji Hizbullahê re tê naskirin di êrîşên îşxalê de şehîd bûye.

Hat ragihandin ku îşxalkeran di êrîşa hewayî de mala Seyîd kirine hedef. (ÎLKHA)