Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Erebîstana Siûdî hat belavkirin de, hat ragihandin ku ew geşedanên ewlehiyê yê li Lubnanê tê kirin bi endîşe temaşe dikin.

Di daxuyaniya ku ji teref MEYê hat kirin de hat gotin ku, ji êrîşên rejîma îşxalker a ku li dijî Lubnanê kiriye endîşe dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo rê li ber rijandina xwînê bê girtin divê hewldanên navneteweyî bên cem hev û hat destnîşankirin ku divê sivîl di ewlehiyê de bin.

Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen el-Safedî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li cem Lubnanê ne û banga “li hember êrîşên îsraîlê bêdeng nemînin”.

Wezareta Karên Derve ya Misrê tundbûna talûke ya kujerên îşxalker li dijî Lubnanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku zûka destwerdanê bikin da ku qatilên îşxlaker li herêmê rageşiyê zêde nekin. (ÎLKHA)