Rejîma siyonîst bênavber êrîşên xwe yê li ser Xezzeyê didomîne.

Rejîma kûjer, êrîşan li ser bajarê Xan Yûnisa li başura Şerîda Xezzeyê ye kir.

Mudûrtîya Parastina Sivîl ê Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê hat parvekirin de ragihand ku, li herêma Kayzan el-Neccar mala Ebû Herb hatiye hedef girtin.

Li gor agahiyê, di encama êrîşê de ji bin xirban cesedê 5 kesan hat derxistin, 10 kes jî birîndar bûn.

Li herêma el-Tahlîyeyê jî mala Ebû Cerbû hatiye hedef girtin, di encamê êrîşê de 2 kes şehîd bûn, 5 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tendirustiyê Filistinê ya li Xezzeyê ragihand ku, di encama êrîşên rejîma siyonîst a îşxalker de heta niha 41 hezar û 455 kes şehîd bûne.

Hejmara birîndaran jî derketiye 95 hezar û 878 kesan. (ÎLKHA)