Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li New Yorka ku ji bo beşdarî Sazîya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe çûbû, Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholzê qebûl kir.

Di hevdîtinê de têkilîyên di navbera Elmanya û Tirkîyeyê, êrîşên sîstematîk ên rejîma siyonîst yê taybetî li Xezzeyê û li Filistînê, zindî kirina endamtiya Yekîtîya Ewrûpayê ê Tirkîyeyê, mijarên herêmî û kurewî hatin peyivîn.

Serokkomar Erdogan ragihand ku, divê hewceye ku zindî kirina endamtiya Yekîtîya Ewrûpayê ê Tirkîyeyê bê kirin, bêhtir di mijara vîzeyê de li benda piştgirîya Elmanyayê ne.

Serokkomar Erdogan got ku, rejîma îşxalker dixwaze xelqeyê şîddetê mezin bike, beîs nabîne ku qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê pike, bi taybetî piştgirên dewletên rojavayê yê ji bo rejîma siyonîst bû sedeme qetlîamên bêhempa ên li Xezzeyê û rejîma siyonîst bêperwatir kir. (ÎLKHA)