Qessam, li ser hîsaba xwe ya Telegramê daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîyê de îfade kir ku ew li dijî hêzên îşxalkeran ku diketin nav Refahê kemînek tertîp kirine.

Tûgayên Qessam, îfade kir dema ku konwoy li alîyê Çarrêya Georgeyê derbas dibû 2 heb buldozerên ji tîpa D9an û 2 heb jî tankên Merkawayê bi roketên Yasîn 105an û teqemenîyan hatin hedefgirtin.

Qessam, doh jî li başûrê Xezzeyê li herêma EL Şukaya Refahê 3 çalakîyan pêk anîtibûn.

Di vê çalakîyê de jî buldozerekî D9an bi roketên Tandemê hatibû hedefgirtin û tanka Merkawayê jî bi bombeyên “Şawaz”ê hatibûn hedefgirtin.

Micahîdan li heman herêmê jî pîyadeyên îşxalkeran bi teqemenîya ji tîpa “televîzyonê” hedef girtibûn û wan kuştibûn. (ÎLKHA)