Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalker ku ji serê sibehê vir ve bikartîne de li Libnanê zarok jî di nav de 100 kes şehîd bûn, ji 400î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di nav şehîdan de zarok û pîrek jî hene.

Ev hejmar, ji 8ê Cotmehê ku di navbera Hîzbullah û sîyonîstan de pevçûn dest pê kirîye û vir ve hejmara herî zêde ya şehîdan e.

Ji serê sibe vir ve îşxalkeran li başûrê Libnanê li gelek cîhan êrîşan da destpêkirin.

Wezareta Tenduristî ya libnanê, li wîlayetên Nebatîye û Baalbek-Hermelê ji bona ku birîndaran tedawî bikin xwest ku bila emelîyatan bidin sekinandin.

Serokwezîrê hikumeta demborî ya Libnanê Necîb Mîkatî, bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehîyê kir ku bila li cem rastîyê bin û êrîşên li dijî Libnanê bidin sekinandin. (ÎLKHA)