Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê, li herêmê dibe qutbûna xizmetê

Rejîma îşxalker a sîyonîst bi êrîşên xwe ya li dijî orte û başûrê Xezzeyê bû sedema qutbûna înternetê.

Şîrketa Telekomînukasyona Filistînê “Paltel” daxuyand ku, ji ber êrîşan nikarin xizmeta înternetê bidin.

Di daxuyanîya şîrketê de weha hat gotin, “ji ber êrîşên îsraîlê li herêmên Xan Yûnis û Deyr el-Belahê em nikarin xizmeta înternetê bidin û ji vê rewşê em xemgîn in.” (ÎLKHA)