Di daxuyanîya ku ji teref berxwedana li Iraqê hatîye belavkirin de hat diyarkirin ku ew ji bona ku ji xelkê Filistînê û berxwedana li Filistînê re destekê bidin li bakurê Filistînê baregeha nerînê ya aîdê Tûgaya Golanî ya artêşa îşxalkeran hedef girtine.

Hat ragihandin ku ev operasyon di nav du rojan de operasyona şeşemîn e.

Çapemenîya îşxalê jî îfade kir ku vê sibehê ew gelek ÎHAyên ku ji bakurê Iraqê hatine şandin teşebûsa sekinandinê kirine.

Berxwedana Iraqê doh daxuyandibû ku ew li rojhilata Filistînê li alîyê Gelîyê Urdunê cîhekî aîdê rejîma îşxalkeran hedef girtine.

Radyoya sîyonîstan jî di heman demê de îfade kir û weha got, “Li başûrê Golanê wesayîtekî bêînsan yê hewayê ku ji Iraqê rabûye û li ser Sûrîyeyê hatîye rejîma îşxalker hatîye tespîtkirin.”

Di çapemenîya sîyonîstan de hat îfadekirin ku rasterast gelek ÎHA ketina nav wan û li gelek cîhan sîren lêketine. (ÎLKHA)