Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku Hîzbullahê li dijî derdorê Heyfaya ku 46 kîlonetre dûrê sînorê ye bi roketan operasyon li dar xistîye.

Hat îfadekirin ku ev operasyon li dijî Heyfayê operasyoneke yekem e.

Hat daxuyandin ku Nexweşxaneya Rambama ku li Heyfayê nexweşxaneya herî mezin e, di nav bodriman de fealîyetên xwe bikartîne.

Ev operasyona ku Hîzbulllahê li dijî Heyfayê bikaranît ji 8ê Cotmehê vir ve li dijî Heyfayê operasyone yekem e.

Li gorî rojnameya Haaretzê, di operasyona dawîn a Hîzbullahê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî xebera televîzyona Qenal 12, di operasyona Hîzbullahê de 3 cîh îsabet girtine. Li Kiryata Bialika nêzê Heyfayê ye avahîyek zerarê dîtîye, sê kes jî birîndar bûne.

Li herêma Celîleya jêrîn ji Moreshetê re bi roketan operasyon hat lidarxistin û roket li malekî ket. (ÎLKHA)