Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne.

Rejîma qatil, ji doh vir ve herî kêm 24 Filistînîyan şehîd kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Parastin a Sîvîl ve hat belavkirin, di encama hedefgirtina Dibistana Kefr Qasim a Kampa Penaberan a Eş-Şatîyê de 7 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşa ku li dijî mala malbata Dewwasê hat lidarxistin de 4, di êrîşa li dijî herêma Ebûl Acînê de jî 4 Filistînî şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku di êrîşa topvanan a li djiî Xan Yûnisê de 2, li bajara Refahê ku bi ÎHA û balafirên herbê êrîş hatin lidarxistin de jî 7 kes hatin qetilkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku gelek kes jî di van êrîşan de birîndar bûne, tê endîşekirin ku hejmarê şehîdan zêde bibe.

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand ku heta niha di encama êrîşa rejîma îşxalker de 41 hezar û 431 Filistînî şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî derketîye 95 hezar û 818 kesan. (ÎLKHA)