Li navçeya Şedadîya bajara Hesekêya Sûrîyeyê, tim û tim li dijî baregeha hewaya leşkerî ya eş-Şedadîyê re operayon têne kirin, doh êvarê jî careke din bi roketan operasyonek hat tertîpkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonê de teqînên mezin pêk hatin.

Di encama operasyonê de derheqê bûyerên mirî an jî birîndarbûnê de tu agahîyek nehat dayîn.

Operasyon ji êrîşên li dijî Xezzeyê re wek bersivek hatîye lidarxistin.

Baregehên Emrîkayê yên li Sûrîye û Iraqê, tim û tim dibin hedefên roket û balafirên bêînsanan. (ÎLKHA)