Derheqê bûyerê de ji teref Midurtîya Ewlehîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Ji teref Amîrtîya Navenda Polês a Dudulluya Midurtîya Ewlehî ya Navçe ya Umranîyeyê ve li dijî mirovekî ku ji sûca ‘dizîya motorbisiqletê’ hatibû qefaltin û dûre fîrar kiribû ji bona ku bê qefaltin xebatên qefaltinê hatibûn destpêkirin;

Mirovê şikdar yê bi navê Y.E.Ç. (19) ku ji 26 sûcan tê lêgerînkirin di 23yê Îlona 2024an de dema ku li Taxa Ihlamurkayayê xebat dihat kirin ku bê qefaltin di navbera wî û memûran de xirrecir derketîye û çeka polêsê ji wî standîye û gule li derdorê reşandîye. Polêsa pîrak a bi navê Ş.Y. (27) jî bersivê daye.

Di dema bûyerê de polêsa wezîfedar û dîya mirovê şikdar P.G. (43) piştî midexeleyên ewil ji nexweşxaneyê re hatine rakirin, polêsa me ya qehreman li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest daye û şehîd ketîye.

Polêsa bi navê K.H.S. û P.G. li nexweşxaneyê tedawîyên wan berdewam dikin.

Di encama xebatên ku derheqê bûyerê de hatine kirin de Y.E.Ç. bi şekleke birîndarî hatîye binçavkirin û derheqê wî de ji ber sûcên ‘kuştina biqestî-birîndarkirina biqestî’ tehqîqat hatîye destpêkirin.” (ÎLKHA)