Bûyer, li gundê Çatalhoyuka navçeya Kumluyê pêk hat.

Hat diyarkirin mirovên ku ketin nav ava bendavê di demeke kurt de ji ber çavan winda bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin 5 kesên ku ji nav avê hatin derxistin canê xwe ji dest dane.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mirovên ku canê xwe ji dest dane Sûrîyeyî ne.

Cenazeyan, ji merga nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)