Hîzbûllaha Lubnanê, mewzîyên leşkerî yên îşxalkerên siyonîst ên li bakûra Filistîna îşxalkirî ne xist, dîmenên van êrîşan li ser medyaya civakî gelek caran hat parvekirin.

Hîzbûllah erdên ji teref rejîma îşxalker a siyonîst ve hatiye dagirkirin heta 60 kîlometre hundir bombe kir. Hat dîtin ku parastina hewayî ya bi navê “qubbeya hesinî” ji mûşekên Hîzbûllahê re nikare bibe asteng.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de hat dîtin ku; li erdên îşxalkirî şewatên mezin derketine, ji ber mûşekên hatine şandin xisarên mezin çêbûne.

Nayê zanîn ku di operasyonan de kes mirine an birîndar bûne. Rejîma siyonîst weke her carê hejmaran diveşêre. Her wiha hat dîtin ku îşxalkerên siyonîst ji bo dîmen neyê girtin hişyarî didan. (ÎLKHA)