Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 352emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 40 sivîl şehîd kirin û 58 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 431an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 818an. (ÎLKHA)