Li gor nûçeya di televîzyona El Cezîreyê de hat ragihandin ku, “leşkerên bi çek ofîsa televîzyonê ya li Ramallahê bi emrê leşkerî ji bo 45 rojan girt.”

Hat ragihandin ku îşxalkeran pêşî avahiya ku ofîsa Ramallahê ya El Cezîreyê dorpêç kir û dûre deriyê hesin a avahiyê bi bombeyê vekir.

Di encama ser girtinê de leşkerên îşxalker temamê ekîpman û belgeyên di ofîsê de girtine û bi qamyonan birine û bikar anîna erebeyan ji xebatkarên ofîsê re qedexe kirine.

Berîya vê 4 meh berê jî ofîsa Qudsê ya El Cezîreyê hatibû girtin. Girtina ofîsê weke veşartina qetlîamên îşxalkeran a li Şerîaya Rojavayê hate şîrovekirin. (ÎLKHA)