Êrîşên mûşekî yên Hîzbûllahê ya li dijî herêmên bakûra îşxalkirî di danê sibehê de jî dewam kir.

Li gor daxuyaniya artêşa qaşo yên îşxalkeran, ji Lubnanê ber bi erdên îşxalkirî ve ji domahiya şevê 115 mûşek hatin avêtin.

Li dimînên ku ji ser medyaya civakî tên parvekirin tên dîtin ku mûşekên hatine avêtin li hedefan xistine, îşxalkeran diyar kir ku 3 kes birîndar bûne.

Hîzbûllaha Lubnanê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku, ji bo piştgirîya berxwedana gelê Filistînê yên li Xezzeyê, li dijî êrîşên îşxalkeran, bi mûşekên tîpên Fadî-1 û Fadî-2 li nêzî Hayfa bargeha asîmanî ya bi navê Ramat Davîd û navenda şîrketa pîşesazîya parastinê hatine hedefgirtin.

Her wiha di danên şevê de ji teref berxwedana Iraqê ve bi balafirên bê mirov li dijî erdên îşxalkirî operasyon hatin kirin. (ÎLKHA)