Li gorî nûçeya ku li NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê, balafirên şer ên îşxalê, li dijî bajarokên başurên welat di navbeyna 40 deqîqeyan de zêdeyî 50 caran êrîşa asîmanî rast kir.

Di êrîşa duh a li ser Beyrûtê hat kirin de ji xeynî Îbrahîm Akîlê fermandarên leşkerî yê pilebilind a Hîzbûllahê fermandarên berê yê “Hêzê Ridwan” Ahmed Mahmûd Vehbî û 14 endamên Hîzbûllahê şehîd bûbûn.

Di civîna çapemeniyê de Fîras el-Ebyadê Wezîrê Tendirustiyê ya Lubnanê ragihandibû ku, hejmara kesên ku di encamê êrîşa asîmanî de hatine şehîdkirin 3 jê zarok, 7 jê pîrek derketiye 37 kesan, 67 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)