Li wilayeta Tataya başûrê rojhilata Fasê ji ber baranên zêde lehî çêbû, di encama lehîyê de otobusek ber bi lehî ve çû, di encamê de 2 kes mirin, 14 kes jî winda bûn.

Hat ragihandin ku ji ber sêlavên ku di encama baranên zêde çêbûne de hin avahî hilweşîne, di hin avahiyan de jî xisara qismî çêbûye.

Hat ragihandin gel ji herêma lehîyê tên derxistin.

Lêgerîna 14 kesên winda jî didome. (ÎLKHA)