Venîamîn Kondratyevaê Waliyê Herêma Krasnodar a Rûsyayê diyar kir ku hêzên Ukraynayê bi şev bi balafirên bêpîlot êrîşî Tihoretsk a li herêma Krasnodar kirin û got, "Di encama parçeyên 2 balafirên bêmirov ên ku hatin xistin de, di depoya cebilxaneyê de şewat derket û cebilxane dest bi teqînê kirin.

Ji Tîhoretskê heta niha hezar û 200 kes hatine derxistin. Birîndar û mirî nînin.” (ÎLKHA)