Hîzbullahê Libnanê, bi roketên Qatyûşayê baregeha parastina hewayê ya fuzeyan a baregeha Bereaya Fermandarîya Bakur hedef girt.

Li gorî çavkanîyên herêmî Hîzbullahê, navenda bicîhkirina Tabûra Keşifkirina 631emîn a ku girêdayê Tabûra Golanîya leşkergeha Ramot Naftalîyê ye bi roketan hedef girt.

Micahîdan di heman demê de bi tevî roketên Qatyûşayê Tabûra Sahela li leşkergeha Beyt Hîlalê hedef girtin.

Hîzbullahê diyar kir ku ew leşkergeha “Zaraîtê” jî hedef girtine.

Hat diyarkirin bi fuzeyên “Qatyûşayê” leşkergeha “Kilaa”yê jî hatîye hedefgirtin.

Berxwedanê diyar kir ku operasyonên xwe ji bo bersivdayîna êrîşên li ser herêmên başûr û her wiha ji bo piştgiriya gelê Filistînê û berxwedana li Xezzeyê pêk anîtine.

Ji aliyeke din ve medyaya îşxalkeran ragihand ku fuze li "Birya" li nêzîkî Safed û Edmît li rojavayê Celîlê ketine û li gelek deveran dengê sîrenan bilind dibe.

Di vê navberê de, di dema ku hêzên îşxalker çendîn êrişan ser gund û bajarokên Libnanê pêk anîn, medyaya xwecihî ya Libnanê ragihand ku hejmara êrişên siyonîstan ku deverên daristanî li başûr kirine armanc, ji 60î derbas kir. (ÎLKHA)