Qeza, li Çarrêya Tekela Bûlwara Mahabada Taxa Medyayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, dolmîşa nav bajêr ya bi plaqeya 21 M 0129 ku di bin îdareya S.G. de bû, bi wesayîta bi plaqeya 33 K 0067 ya ku di bin îdareya B.Y. de bû di çarrê de li hev qelibîn.

Di encama qezayê de dolmîş pekîya û ser kêlekê qelibî, di encamê de 1 jê pitik 10 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)