Di êrîşa topxaneyê ya ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat kirin de, li rojhilatê Îdlibê xebatkareke tenduristiyê û zarokek jî di nav de 2 sivîlan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê (Xûkên Spî) ragihand ku hêzên rêjîmê îro malên sivîlan bi topan kirin hedef.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê sibeha Înê êrîşek pêk anîn, di encamê de li Daret Îzzaya li rojavayê Helebê wesayîteke sivîl ku li ber deriyê mala xwe parqkirîbû, kir hedef. Di encama êrîşê de wesayit bi temamî hate rûxandin, lê ziyanên canî yên sivîl çênebûne. (ÎLKHA)