Hizbullahê di daxuyaniya xwe de weha got: “Îro berxwedan bi hemû serbilindî û rûmeta xwe yek ji pêşengên xwe yên mezin Hecî Îbrahîm Akil di rêya Qudsê de weke şehîdekî diyar dike û soz dide ku wê bi ruhê xwe yê pak, hêvî, rêya serkeftinê û armancên xwe re dilsoz bimîne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Quds her tim di dil, mêjî û fikrê şehîd de bû û her tim xeyala wî dikir ku li mizgefta wê nimêj bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêberê mezin Hacî Abdûlkadir piştî jiyaneke tijî fedekarî, rîskî, zehmetî, serkeftin û serketinê tevlî koma qefîleya şehîdên serokan bû.

Akil, piştî Fûad Şukrî ji dema ku Hizbullahê di êrîşa dagirkeriyê ya 7ê Cotmehê de li Xezzeyê cepheya piştevaniyê vekir, duyemîn rayedarê Hizbullahê bû ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve li başûrê Beyrûdê hat qetilkirin.

Hîzbullahê di daxuyanîya xwe ya derbarê şehadeta Ehmed Wehbî de belav kiribû de diyar kir ku wî di pêşxistina hêza mirovî ya berxwedanê de roleke sereke lîstiye.

Êvara Înê, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrişa li ser taxa başûrê Beyrûdê de 14 welatî şehîd bûne. Herwiha Hîzbullahê piştrast kir ku di wê êrişê de ji bilî Akil û Wehbî 14 endamên wê şehîd bûne.

Wezaretê ragihand ku tîmên xelaskirinê li bendê ne ku di bin xirbeyan de li herêma operasyonê şehîdên din bên dîtin. (ÎLKHA)