Îşxalkeran du seat piştî ku êrîşî bajara Cenîn û Kampa Cenînê kirin vekişîyan. Terorîstên îşxalkeran di dema êrîşê de ciwanekî bi navê Qassam Şafiî jî ji mala wî desteser kirin.

Hat îfadekirin ku li Taxa Rojhilat û Sawha Hilletu’sê jî êrîşî gelek malan kir û di nav malan de lêgerînan kirin.

Tûgaya Cenînê ya Mifrezeyên Qudsê, daxuyandin ku berxwedêran li herêmê Taxa Rojhilat, Sawha Hilletu’s û Îzzeddînê bi îşxalkeran re ketin nav pevçûnê , di pevçûnê de bi pîyade û wesayîtên sîyonîstan re gule reşandin.

Îşxalkeran li dijî gunda Kefer Lakîfa Kaîlkîlyayê êrîş li dar xist. (ÎLKHA)