Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst li dijî sivîlên li Xezzeyê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezzeyê, ji sibeha roja Înê ya 20ê Îlonê û vir ve rejîma işxalker gelek êrîşên asîmanî li ser Xezzeyê pêk anîne.

Di êrîşan de jin û zarok jî di nav de 44 Filistînî şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşan de gelek Filistînî birîndar bûne û tê endîşekirin ku hejmara şehîdan zêde bibe. (ÎLKHA)