Weqfa Evîndarên Pêxember li Dîyarbekirê weka her hefteyî careka din ji bo Xezzeyê li meydanan bû.

Di daxuyanîya çapamenîyê ku hat lidarxistin de destek ji Tofana Eqsayê re hat dayîn û careka din wahşeta sîonîstan hat lanetkirin.

Peyama li dijî barbatiya siyonistan hat dayîn li ser navê Evîndarên Pêxember Habîb Akdogan xwend.

Akdogan weha got, “Em weka dewlet, civak û şexsan hemû ji vê îmtîxanê berpirsyar in. Îmtîxana Xezzeyê ji bo pêşeroj û azadîya me gelekî muhîm e. Di vê îmtîxanê de mesulîyetên mezin dikeve ser milê me hemûyan. Hewceye dewlet, civak û şexs mesulîyetên xwe bi cih bîn in.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma siyonist polîtîqayên xwe ya îşxalê li dijî Xezzeyê jî didomîne û welatên herêmê re dixwaza bitirsîn e.

Akdogan weha berdewam kir, “Rejîma îşxalê li Şerîaya Rojava û Libnanê wek sîstematîkî qetlîamên komî dike, cihên gundewariyê bombe dike. Rejîma sîyonîst di bin navê bicihkirinê de ji îşxalkeran re cihên nû vedikin û mal û erdên aîdê Filistînîyan xira dike. Li Libnanê teqemenîyên di cîhazên ragihandinê de hatine bicîhkirin qetlîamên komî û sûîqestan dikin. Ev êrîşa li Libnanê hat kirin ji bo welatên din tehdît û çav tirsandin e.”

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ji herêmê re sînyalên herbê dide.

Akdogan di dawîya daxuyanîyê de weha got, “Di serî de Tirkiye, Îran, Misir, Libnan, Sûriye û Iraq hemû welatên Îslamê hewceye hesabên rejîma îşxalker yên herêmê xira bike. Hewceye welatên herêmê taktîtên sîyonîstan ser û bin bike. Cepheya şer a sîyonîst guh nade tu qaîde û qûralan hewceye hewlên wan ên ekonomîk, psîkolojîk, teknolojîk, leşkerî û sîyasî vala derxe.” (ÎLKHA)