ÎTTÎHADUL ULEMA, îsal temaya bernameya "Hevdîtina Aliman" a ku her sal di meha cotmehê de tê lidarxistin wek "Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummetê û Ulemayê (Namûsa Ummetê, Xezze)"  diyar kir.

Daxuyanîya hevdîtina aliman a 9emîn a ku tê plankirin di 5-6ê Cotmeha 2024an de li Diyarbekirê bê lidarxistin, ji aliyê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer ve hat dayîn.

Mele Ozer destnîşan kir ku ji sala 2015an û vir ve bi beşdarîya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkîye, Iraq, Îran, Sûriye, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan û Urdunê, "Civîna Aliman" li dar dixin, Ozer di daxuyanîyê de weha got: "Konferansa me ya îsal ew ê di navbera 5-6ê Cotmeha 2024an de li Mizgefta Selaheddîn Eyyûbî ya Bajara Nû Diyarbekirê Di Salona Konferansê ya Kompleksê de bi temaya 'Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummetê û Ulemayê (rûmeta Ummetê, Xezze)’ bê lidarxistin."

Mele Ozer weha berdewam kir: "Di civîna me ya 9emîn de, Qudsa me ya ku ev sed sal in ji aliyê rejîma terorîst a siyonîst ve hatiye îşxalkirin û qetlîamên ku ev nêzî salek e bênavber dewam dikin, wê were rojevê. Li ser şêwra me ya bi alimên re hat kirin, ew ê ‘Tofana Eqsayê’ bi berfirehî bê nîqaşkirin, mesulîyetên ummet û ulemayan wê bên eşkerekirin û alim dê di beyannameya dawîn de nêrîn û pêşniyarên xwe ên çareseriyê bi raya giştî re parve bikin."

Mele Ozer dawîya daxuyanîyê bi daxwaz û temenîyan dawî kir û weha got: “Em hêvîdar in ku bernameya ku em ê bi vê minasebetê li dar bixin bi feyde be û ji Xwedayê mezin dua dikin ku bila ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên alema Îslamê bibe alîkar." (ÎLKHA)