Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û îfade kir ku, di koordînasyona Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê û Serokatîya Îstîhbarat a Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê de ji teref Midurtîyên Ewlehî ya Bajêr ve li Edene, Enqere, Entelya, Çewlig, Bûrsa, Çorim, Dîyarbekir, Xarpêt, Eskîşehîr, Xetay, Stenbol, Qeyserî, Qirikkale, Qirşehîr, Kîlîs, Qocaelî, Qonye, Manîsa, Ordû, Seqerya, Sêrt, Sêwas û Tekîrdagê li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya destnîşan kir ku di encama operayonên ku di nav 5 rojên dawîn de li 23 bajaran hatin lidarxistin de 88 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)