Serokê HAMASê Sînvar, ji mektûba şînê ya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku bi minasebeta şehadeta Îsmaîl Henîyye ku di encama sûîqesta sîyonîstan de şehîd ketibû şandibû re bi mektûbekî bersivê da.

Li ser hîsaba Xê ya HUDA PARê mektûp hat parvekirin û temamê mektûbê weha ye:

“Birêz Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu

Silav, rehmet û bereketa Xwedê li ser we be.

Em wek Tevgera Berxwedana Îslamî HAMASê, mektûba we ya şînê ya derheqê Serokê me Micahîd Serokê Biroya Sîyasî ya tevgera me û windayîya ummetê Îsmaîl Henîyye û hevaldozê wî Şehî Micahîd Wesîm Ebû Şaban de şandîye di nav teqdîr û şanazîyeke mezin de girtîye. Ji ber hêsên we yên samîmî û esil ku we nîşanê me daye ji we re minetdarîya xwe pêşkêşî dikin, ji Xwedê daxwazî dikin ku bila xebatên we bibereket bike, we û welatê we ji hemû xerabîyan biparêze.

Nîşana Fîlîstîn û Ummetê Şehîd Serok Îsmaîl Henîyye, Di Tevgera Tofana Eqsayê ku yek ji micadeleyên şanaz û dîrokî ya xelkê Fîlîstînîyê de di rêya serokên şehîd de gihaşt mertebeya şehadetê. Bi vê şeklê xwîna wî, malbata wî, zarok û nevîyên wî; bi fedekarîyên xelkê me yên Xezze, Şerîaya Rojava, Quds û herêmên ku di bin îşxalê de ne re gihaştîye hev. Ev jî nîşan dide û rast dike ku xwîna serokên me û micahîdên me ji yên xelkê me biqîmettir nîne. Van xwînên pak û paqij ya şehîdan û karwana şehîdên bimbarek, ew ê li hember îşxalkerên nazîyên sîyonîst qewet û berxwedana me zêdetir bike. Ev micadeleya me jî ew ê heta ku îşxalkeran ji axên me derkevin û mekanên xwe yên pîroz ji wan paqij bikin û dewletekî serbixwe ya ku paytexta wî Quds e ava bikin berdewam bike.

Xeyn ji vêya em dixwazin ku balan bikşînin HAMAS, weka berê ew ê rêya xwe ya wefaya ji xwîna şehîdan re her daîm bidomîne û dê îlkeyên ku Serokê Şehîd Îsmaîl Henîyye daîma diparast sabît bibîne, tevgera me û micahîdên me wê di rêya van îlkeyan de meşa xwe bidomînin. Di serê van îlkeyan de ev hene ku xelkê Fîlîstînê li ser alternatîfa cîhad û berxwedanê de bibin yek, yekîtîya ummeta Îslamê û redkirina parçebûnî û lihevnekirin e. Bi vê şeklê dibe ku em li hember sîyonîstên ku dijminê esil û herî mezin ya ummetê ye û di nav daxwazîya talankirina dewlemendî û çavkanîyên ummetê de ye bibin sefekî.

Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku bila we, malbata we û welatê we li ser xêr, ewlehî û îstîqrarê biparêze.” (ÎLKHA)