Bûyer, li gundê Şewatoyê pêk hat. Li gorî îddîayan di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve nîqaş derket. Li ser mezinbûna nîqaşê çek hatin derxistin û bi hev re ketin nav pevçûnê, di encamê de Yasîn D. Li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.

Cenazeya mirovê ku canê xwe ji dest daye, ji bona ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Serê Kanîyê re hat rakirin. Piştî bûyerê jî Fermandarîya Cenderme ya navçeyê li gund ewlehîyekî mezin stand. (ÎLKHA)