Li gorî nûçeya ku di çapemenîya îşxalê de derket weha hat gotin, “Doh li Refahê di avahîyekî de teqînek pêk hat û di encamê de 4 leşkerên îsraîlê mirin 5 leşker jî birîndar bûn, wê avahîyê jî tenê avahîyekî ji avahîyên ku HAMASê li Refahê teqemenîyan bicîhkirîye ye.”

Di berdewama nûçeyê de weha hat îfadekirin, “Tehdîdên avahîyên ku bombe hatine bicîhkirin û li Xezzeyê bûne sedema mirina leşkeran, li Refahê bûye tehdîdên wek taxên ku teqemenî hatine bicîhkirin. 14 hezar jê li Refahê li giştîyê Xezzeyê nêzê 96 hezar avahîyên aîdê Fîlîstînîyan jî bi îdîayên ‘teqemenî hatine bicîhkirin’ hatine xerakirin.”

Nûçe weha berdewam kir, “Li Refahê avahîyekî tenê ku teqemenî hatîye bicîhkirin nîne, komên avahîyê ku 30-40 avahî bi hev re bombe di nav wan de hatine bicîhkirin in. Ji avahîyekî re qemerayeke biçûk tê danîtin û tê tespîtkirin ku hêzên me kengî ketine nav avahîyê û dûre ji dûrîtî ve wan bombeyan têne teqandin.”

Ofîsa medyaya hikumeta Xezzeyê di 15ê Îlonê de raporek belav kir û li gorî wê raporê di encama êrîşên rejîma îşxalker de 350 hezar avahî bi temamî an jî bi qismî hatine xerakirin.

Di encama êrîşên rejîma îşxalker a terorîst de 825 camî û 3 dêr jî bi temamî an jî bi qismî hatin xerakirin. (ÎLKHA)