Wezareta Tenduristî ya Libnanê daxuyand ku li cîhên cuda yên welat bêtêl hatin teqandin, di encamê de hejmarê candayînan derket 14 kesan, hejmarê birîndaran jî 450yî derbas kirîye.

Doh li Libnanê gelek bêtêl hatibûn teqandin.

Hat destnîşankirin bêtêlên ku hatine teqandin hilberîna Japonyayê û navê wî jî “ICOM” e. Şîrketa ICOMê hêj derheqê teqînan de ti daxuyanîyek neda.

Di encama teqîna ewil de 12 kes şehîd bûbûn, herî kêm 2 hezar û 750 kes jî birîndar bûbûn û ji wê teqandina ewil rejîma sîyonîst hatîye mesulgirtin. (ÎLKHA)