Li bajara Tebesa ku 140 kîlometre dûrê wîlayeta Yezda Îranê ye, otobûsa rêqîyan qulipî.

Di encama qezayê de 41 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa rêwîyan ku sefera Bûşehr-Meşhedê dikir, di seat 02.20an de ji ber bêdîqetîya şofêr qulipî.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)