Li gorî çapemenîya mehellî li Gelîyê Porgeraya wîlayeta Engayê gelek zêr hene û ev herêm di navbera eşîran de dibe sedema pevçûnan, hefteya borî du komên madenvan ên qaçax di navbera xwe de li hev xistin û komekî ji koma dinê 2 kesan kuşt, bi vê şeklê di navbera herdu koman de şer dest pê kir.

Hat diyarkirin ku di encama pevçûnan de du karkerên madenê jî di nav de herî kêm 30 kes mirine, tê diyarkirin ku ew ê hejmar zêde jî bibe. Ji ber pevçûnan li Porgerayê jî ji 5 hezarî zêdetir însan koç kirine.

Li gorî xebera The Nationalê ku rojnameya mehellî ye, Komîserê Polês David Manning, li Porgerayê ji ber binesazîyê û mirovên biparêze li herêmê rewşa awarte îlan kir.

Manning weha got, “Ev rewşa ku xera dibe, ji teref madenvan û şênîyên ku xwedîyê erdan mexdûr bikin û herêmê terorîzê bikin şîdetê bikartînin ve tê kirin.”  (ÎLKHA)