Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî, vîdeoya boyqotê ku ji teref Parlamentarê Stenbolê yê AK Partîyê Yucel Hacioglu ve bi Hişê Çêkirî ji bo destekdayîna ji Fîlîstînê re hatibû çêkirin parve kir.

Serokkomar Erdogan ku vîdeoya di nav de meşên destekdayîna ji Fîlîsîtnê re, hilberînên boyqotê û êrîşên ji Xezzeyê re têne kirin hene weha îfade kir, “Em bi tevî dengê xwe, gotinên xwe, duayên xwe, alîkarîyên xwe yên însanî bi hemû îmkanên xwe li cem xûşk û birayên xwe yên Xezze û Fîlîstînê ne. Em ê daîma ji berxwedana bi esl û kok û şanaz re destekê bidinê.” (ÎLKHA)