Rejîma îşxalker a sîyonîst êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne.

Di daxuyanîya ku ji teref Nexweşxaneya El-Avdeyê ve hat belavkirin de, îşxalkeran li Kampa Nuseyratê malekî bombe kirin.

Di encama êrîşê de 10 kes şehîd bûn, 13 kes jî birîndar bûn.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di navbera şehîdan de pîrek û zarok hene. (ÎLKHA)