Li gorî çavkanîyên herêmî di encama êrîşa Hêzên Destek yê Lezgîn a ku li gundekî lidarxistin de herî kêm 40 sîvîl mirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Komîteya Berxwedana Ebû Kutaya li wîlayeta El-Cezîreyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku HDK li dijî gundê Goz al-Naqayê êrîş pêk anît û herî kêm 40 kes canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li gund hêj gelek cesed ortê ne, hat dîtin ku hêzên HDK piştî êrîşê nahêlin ku bila mirovên ku ji gund bûne werin gund û mirîyên xwe defin bikin.

Komîte, bang li rêxistinên civaka sîvîl kirin ku bila ji bona ku îzîn bidin gundî werin gund û mirîyên xwe defin bikin zextê bidin ser HDKê.

HDK ji meha kanûna borî heta niha ji ber ku artêşa Sûdanê ji Wad Madanîyê vekişîyane kontrola El Cezîreyê kirîye bin destê xwe. (ÎLKHA)