Hefteya Mewlûda Nebî ya ku li hemû dinyayê tê qebûlkirin, li Tanzanyayê jî bi bernameyên curbecûr hat pîrozkirin.

Ji bernameya ku ji teref Weqfa Êtîman ve hat tertîpkirin re ji 7ê heta 70î salîyan gelek mirovên Tanzanyayî beşdarî bûn.

Wîladeta Pêxemberê me selat û selama Xwedê li ser wî be li gelek welatên wek Tirkîye, Yemen, Endonezya, Malezya, Pakistan, Efxenistan, Iraq û Herêma Kurdistanê bi coş û beş hat pîrozkirin.

Li Tanzanyayê cara yekem bernameyeke vekirî ya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin

Ji hazirîyên bernameya ku Weqfa Êtîman tertîp kir re çend roj berê xebat haribûn destpêkirin. Li navçeya Kînondonîya ku girêdayê Darûsselamê ye di sehayeke fitbolê de bername hat tertîpkirin û seha bi balonên ku alên Fîlîstînê li ser in ve hatibûn xemilandin.

Gelek pîrek-zilam, zarok-ciwan û îxtîyar bi tevî cil û bergên xwe yên rengîn hatin cîhê bernameyê û ji bona peyama Resûlê Xwedê ku ji aleman re wek rehmetek e ji nû ve bijîn beşdarî bernameyê bûn.

Li Tanzanyayê ku welateke Efrîqayê ye qirkirina ku li Xezzeyê tê kirin jî nehat jibîrkirin, bi tertîpkirina vê bernameyê eşq, hezkirin û evîna Hezretî Pêxember ji dilan re hat neqişkirin.

Di bernameyê de îlahî û qesîdeyên Kurdî jî hatin xwendin û zarokên Tanzanyayê di vê demê de gelek kêfxweş bûn û beşdarî îlahîyan bûn.

Di bernameyê de ji teref xoceyên medreseyê ve bi zimanê herêmê axavtin hatin kirin, Temsîlkarê Weqfa Êtîman Abdulvahap Kaplan jî bi zimanê herêmê li ser jîyana mînak ê Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) xîtabê mirovan kir.

Zarok û ciwanên herêmê jî bi xwendina Qurana pîroz beşdarî bernameyê bûn û ji mêvanan re Quranê xwendin.

Şîva mewlûdê hat belavkirin

Bername bi xwendina Mewlûdê berdewam kir û dûre qesîde hat xwendin. Piştî duaya ku hat kirin bername dawî û bû û şîva Mewlûdê hat belavkirin.

Şîvên ku bi sponsorîya xêrxwazên Weqfa Êtîman ve hatin amadekirin, ji bi sedan însanan re hatin îkramkirin. (ÎLKHA)