Qetlîam û qirkirina rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê berdewam dike.

Îşxalkeran, ji êvarê heta serê sibehê êrîşên xwe domand.

Li gorî WAFAyê balafirên herbê yên terorîstan li başûrê Xezzeyê malekî bombe kirin, di encama bomberdûmanê de 2 jê zarok 6 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku xanî di êrîşê de zerareke mezin dît û xanîyên derdorê jî tesîr girtin.

Rejîma îşxalker li Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşan de bû sedema şehîdbûna 16 hezar û 795 jê zarok, 11 hezar û 378 jê pîrek tev de 41 hezar û 206 Fîlîstînîyan, di êrîşan de 95 hezar û 337 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)