Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya der barê qetilkirina Narîn Gûran a di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya Navendî ya Baglarê winda bûbû û cenazeyê wê di 8ê Îlonê de li Çemê Egertutmazê hatibû dîtin, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de mervên wî Îsa K. û Şeyma K. yên ku bi îxbarên sexte rêça lêpirsînê guherandibûn hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Yuksela diya Narînê, birayê wê yê mezin Enes, mamê wê Fuat Gûran û 2 pismam û xaltiya wê jî di nav de 8 kes hatibûn binçavkirin. (ÎLKHA)