Ekîba Kerwana Hêvîyê ya ku ji bo li Ugandayê rêze xebatên alîkariyê bimeşîne û projeyên curbecur pêk bîne, bi nimêjê bi beşdariya gelê herêmê temelê yek ji projeyên xwe Mizgefta Şehîd Îsmaîl Heniyyê avêt.

Di demeke kin de ji bo projeya ku dihat plankirin ku tenê wek mizgeft bê çêkirin û pereyê ku ji bo avakirina wê tê xwestin ji bo hin parveyan hat veqetandin, piştgirîyek cidî hat.

Tîma Kerwana Hêvîyê li ser cihê ku pêdiviya herêmê zêde ye, li ser daxwaza gel biryar da ku projeyê berfireh bike û ji bo xêrxwazên ku dixwazin piştgiriyê bidin mizgeftê payên nû vekirin.

Pareyên ku ji bo Mizgefta Şehîd Îsmaîl Heniyyeyê ya ku ji teref Weqfê ve hatibû plankirin hat diyarkirin di nava 3 rojan de hatin firotin.

Ji bo Mizgefta Şehîd Îsmaîl Heniyye payan dîsa vebûn

Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin der barê projeya mizgefta ku temelê wê hat avêtin de axivî û got, “Payên mizgefta Şehîd Îsmaîl Heniyyeyê ya Afrîkayê tijî bûn. Dema me dît ku li vir mizgeftek mezintir lazim e, me fikra xwe guhert. Ji ber ku ev der qadeke ku Misliman lê kom bûne, me mizgefta ku di projeyê da wek 100 m2 hat diyarkirin, kir 150 m2. Loma jî wê 30-40 payên din jî hebin. Ger xwişk û bira hebin ku di vî warî de tevkariyê bidin me em jî payên wan dixwazin. Ez hêvî dikim ku em ê mizgefta xwe ya ku temelê wê danî, di demek kin de temam bikin û vekin.” (ÎLKHA)