Berdevkê Hêzên Çekdar ê Ensarullahê Yehya Serî ragihand ku hêzên mûşekî bi alîkariya Xwedayê mezin operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî nuqteya leşkerî ya dijminê îsraîlê li herêma Jafa (Tel Avîvê) ya li Filistîna îşxalkirî kirin hedef.

Serî got, "Di operasyona ku bi fuzeya balîstîk a hipersonîk a nû hat kirin da fuze gihaşt hedefa xwe, lê pergalên parastinê yên dijmin di mudaxeleyê de serkeftî nebû.”

Serî bal kişand ser wê yekê ku mûşekê di 11 nîv deqîqeyê mesafeya 2040 kîlometroyî derbas kir, Serî destnîşan kir ku ev yek tirs û xofek di nav siyonîstan da çêkir û di dîroka dijminê îsraîlê da cara ewil zêdeyî 2 milyon sîyonîst revîyane sitargehan.

Serî gotinên xwe wisa domand, “Ev operasiyona han di çarçoveya qonaxa pêncem de ye û Emerîkî, îsraîlî û yên din jî di nav de hêza wî bû lûtkeya hewldanên lehengên ku di warê pêşxistina teknolojiya mûşekî de ji bo bersivdana pêwîstî û kêşeyên şerê bi dijminê siyonîst re, ji bo bidestxistina armancên xwe û derbaskirina hemû astengiyên li ser bejahî û deryayê de, hewlên mezin dane.

Dijminê îsraîl her ku em nêzî salvegera yekemîn a Operasyona 7ê Cotmehê ya pîroz dibin bila li bendeya operasyonên tayber û êrîşên zêdetir a bersivdayîna êrîşa kujer a li ser bajarê Hodeydah û operasyonên ji bo piştgiriya berdewam a gelê mezlûm Filistînê be.” (ÎLKHA)