Li Myanmarê, ji ber lehî û hezîna axê ku ji ber demsala mûsonê û bagera Yagi pêk hat, windahiyên jiyanê zêde dibin.

Hejmara kesên ku di encama lehî û şimitîna axê de jiyana xwe ji dest dan derket 66an û hat diyarkirin ku zêdeyî 235 hezar kes neçar mane malên xwe terk bikin.

Li Vîetnamê 254, li Taylandê jî ji ber bahoza Yagi herî kêm 33 kes mirin. (ÎLKHA)